Hîleyên AKP'ê: Dizî, veguhastin, yekkirin, hilbijêrên nîne...

Desthilatdariya AKP'ê li gel dizîna dengan her wiha hilbijêran vediguhezîne, sindoqên dengdanê dike yek û li adresên nîne, hilbijêran nîşan dide. Bi vî rengî gelek hîleyan di hilbijartinê de dike.

AKP ku ji 3'ê Mijdara 2002'an û vir ve 7 caran hilbijartinên giştî, 4 caran hilbijartinên xwecihî û 3 caran jî referandûm kir, di her hilbijartinê de bi taybetî li Kurdistanê kampanya hîleyê meşand. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ev yek bi gotina 'Hilbijartin tenê li sindoqê nayê qezençkirin' pênase dikir. 21 sal in bi taybetî li bajarên Kurdan hîleyên hilbijartinê bi rengekî eşkere hatin kirin.

JI BO HILBIJARTINÊN STENBOLÊ HILBIJÊRÊN JI WANÊ

AKP ji bo di hilbijartinên Stenbolê de bi ser bikeve serî li her rê û rêbazê da. Ji gelek bajaran hilbijêr bir Stenbolê. Li gorî agahiyên ji Balafirgeha Ferît Melen a Wanê hatin wergirtin, di nava rojê de seferên 2 balafiran bêsedem hatin betalkirin û nîvê şevê saet di 03:00 de balafirek hate amadekirin ku sefera Stenbolê bike. Bi vî rengî 200 kesên ku berê qeyda wan a hilbijêriyê li Stenbolê hate kirin, birin Stenbolê. Serokê AKP'ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglû serkêşî ji sefera balafirê re kir. Hate hînbûn ku AKP'ê ji 81 bajaran hilbijêr bir Stenbolê, lêçûnên wan jî ji aliyê AKP'ê ve hatin dayin.

LI NAVNÎŞANÊN VALA QEYDA HILBIJÊRAN

Qeyda hilbijêriyê ya malbata Demîr ku li Wanê di erdhejê de mala wan xera bû û li Kalecîk TOKÎ bi cih bû, hate jêbirin û mîna ku kesên nayên naskirin dimînin qeyda wan hate çêkirin. Kemalettîn Demîr got, "Piştî erdhejê ji ber ku nediyar bû em ê li ku dengê xwe bidin, dema ku çûm Midûriyeta Nifûsê hîn bûm ku li navnîşana me kesên cuda hene." Demîr nerazîbûn nîşanî vê yekê da û diyar kir, ku piştî erdheja li Wanê li gelek malên hatin valakirin mîna ku mirov lê ne qeyda hilbijêran hate çêkirin.

JI NAVENDA WANÊ HILBIJÊR DERBASÎ NAVÇEYAN HATIN KIRIN

AKP ku sala 2014'an li hemberî HDP'ê li bajarên Kurdan nekarî serketinê bi dest bixe, lê belê piştre bi qeyûman dest danî ser şaredariyan, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi giranî îmam, cerdevan û sermayedarên hevkarê xwe kir namzet, bi vî rengî hewl da bi ser bikeve. Yek ji van namzetan jî serkêşê cerdevanan Abdûrrahman Şeylan bû. Şeylan ji taxa Firatê ya navçeya Edremîtê 2 hezar û 500 hilbijêr derbasî navçeya Şaxê kir.

Abdûrrahman Şeylan her wiha cerdevan jî weke amûreke zext û gefxwarinê li hemberî hilbijêran bi kar anî û sindoqên dengdanê jî radestî cerdevanan kir.

SINDOQ HEMÛ KIRIN YEK

Beriya hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an, Waliyên 20 bajaran ji Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) xwestin ku cihê hin sindoqan bêne guhertin yan jî bi sindoqeke din re bikin yek. YSK'ê ev daxwaz qebûl kir. Lewma li Wan, Dersim, Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Qers, Colemêrg, Erzîrom, Erzîngan, Xarpêt, Amed, Bedlîs, Çewlîg, Êlih û Agiriyê 40 hezar deng li sindoqên yekkirî hatin bikaranîn.

JI DERVE BI KÎSAN DENG HATIN ANÎN

Li Agiriyê eşkere bû ku di hilbijartinên xwecihî yên 2009'an de bi kîsan ji derve deng hatine anîn. AKP'ê îdîa kir ku bi 200 dengên zêdetir di hilbijartinê de bi ser ketiye. Partiya Civakê ya Demokratîk (DTP) îtiraz kir, lê YSK'ê red kir. Dema ku gelê Agirî li ber YSK li hev kom bû û çalakiya şermezarkirinê lidar xist, polîsan êrîşî gel kirin. Di bûyerê de 7 kes birîndar bûn 65 kes jî hatin destgîrkirin.

JI HEJMARA HILBIJÊRAN BÊHTIR DENG HATIN JIMARTIN

Li navçeya Xozad a Dersimê di hilbijartinên xweecihî yên 2019'an de li sindoqekê 9 kesan deng bi kar anîn, lê belê 85 wezîfedaran deng dan. Li navçeya Elkê ya Şirnexê hejmara hilbijêrên li sindoqekê 10 bû, lê belê 18 wezîfedaran deng dan. Li Şax a Wanê hilbijêr 28 bû, lê 26 wezîfedaran deng dan. Li Norşîn a Wanê hejmara hilbijêran 29 bû, lê 49 wezîfedaran deng dan.

DENGÊN KU BERÊ MOHR LI WAN HATIBÛN XISTIN, HATIN DÎTIN

Li Bedlîsê di hilbijartinên 2014'an de dema ku gel serê sibehê berê xwe dan cihê dengdanê, pûsûlayên denganê yên ku mohra 'erê' li ser AKP'ê hatiye xistin, dîtin. Hanim Yardimci ya li herêma hilbijartinê ya li Lîseya Bedlîsê dima, dît ku pûsûlaya bi mohra AKP'ê jê re hatiye dayin û îtirazî vê yekê kir.

BULBUL Ê HDP'Î: HÎLEYA HILBIJARTINÊ TENÊ DIZÎNA DENGAN NÎNE

Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul têkildarî hîleyên AKP'ê yên di hilbijartinê de dike ji ANF'ê re axivî û got, "Tişta ku jê re ewlekariya hilbijartinê tê gotin, tenê weke bikaranîna dengan û jimartina dengan tê fêhmkirin. Ev rast nîne, ewlekariya hilbijartinê rewşa demokratîk bi temamî ye, azadiya fikrî ye, wekhevî, edalet, serbixwebûna dadgeriyê, mafê propagandaya wekhev e."

Kemal Bulbul got, "Yên ku xeyalên Enver Paşa dikin wê li bin guhê dîwar bikevin. Kemal Kiliçdaroglû di hilbijartinê de bi ser ket, lê belê AKP'ê neda."